Fahrettîn koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; di 24 seatên dawî de 19 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hezar û 217 kes jî bi vîrusê ketin.
Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, îro zêdetirî 80 hezarî test hatin kirin û di encama van testan de bi hezar û 217 kesê din re jî vîrus hat tespîtkirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Zêdebûna hejmara nexweşên me yên giran berdewam dike.Divê em li gorî tevdîran hereket bikin, di dawîyê de dê vîrus têk biçe.”(ÎLKHA)