Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 22 welatîyên din canê xwe ji dest dan û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Hejmara kesên ku îro bi Coronavîrusê ketin li gorî doh hindik e Hejmara kesên ku îro baş bûn jî yên pêketî hindiktir e. Hejmara kesên ku rewşa wan giran e zêdetir dibe. Micadeleya mezin bi tevdîran tê dayîn. Divê em tevdîrê bistînin.”

Li gorî daneyan îro 92 hezar û 227 test hatin kirin û di encama van testan de bi 1203 kesî vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)