Fesîh Gulerê ku ji ber nasname û xizmetên Îslamî li rasta zilm û zordarîya 28ê Sibatê hatibû û bi kumpas û komployên FETO bi salan di girtîgehê de hatibû girtin berî vê çendakî bi Coronavîrusê ket û li nexweşxanê hat razandin. Ev bû demek ku li nexweşxanê tedawî didît ku doh êvarî xebera wefata wî hat.

Naaşa Fesîh Xoce piştî ku li Nexweşxaneta Dewletê ya Selahaddînê Eyyûbî hat şûştin re li Çinara ku lê ji dayik bûbû ji teref nas û hevaldozên xwe ve hat definkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglma, rayedarên Îttîhadul Ulema, temsîlkarên sazîyên siwîl ên civakî, rîspî û gelek welatî beşdarî merasîma cinazê bûn.

Fesîh Guler kî ye?

Gulerê ku di salên 1990î de mamostetî dikir ji wezîfeya xwe îstîfa kir û emrê xwe ji doza Îslamê re feda kir. Guler ji ber xebat û xizmetên xwe yên Îslamî di navbera salên 1997-2000î de bû muhacir. Guler di sala 2000î de bi kumpas û komployên FETO hat desteserkirin û 3 mehan îşkenceyên gelek giran û xedar lê hatin kirin û 7 salan di girtîgehê de hat girtin. Fesîh Xoca di sala 2012an de ji ber verişîn û sergejekîyê serî li Nexweşxaneya  Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Diyarbekirê da . Di encama tahlîlên ku hatin kirin de hat teşxîskirin ku pê re nexweşîya gurçikan heye. Ji ber îşkenceyên giran û xedar ên ku di salên 90î de lê hatibûn kirin her 2 gurçikên wî hatin girtin û bi gurçikeke ku birayê wî Nurî Guler dayê neqla gurçikê lê hat kirin. Fesîh Guler zewicî bû bavê 4 zarokan bû.(ÎLKHA)