Berdevkê Hikûmetê Îsmaîl Muxtar Omer derbarê êrîşa ku hat kirin de daxuyanîyek belav kir.

Omer di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir piştî dorpêça ku 3 seatan berdewam kir re şer û pevçûneke dijwar pêk hatiye.

Omer di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir 4 kesên êrîşkar di encama pevçûna ku derket de hatine kuştin û ji ber pevçûnê 17 kes canê xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)