Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  21 milyon û 828 hezar  û 997 kes bi vîrusê ketin û 773 hezar û 122 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta îro li Amerîkayê bi 5 milyon û 566 hezar û  632  kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)