Qeza li ser Rêbeja Diyarbekir-Mêrdînê li nêzî  gundê Çarikliyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 21 ABH 093 û wesayîta bi plaqeya 06 GZS 63 li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de yek jê zarok 3 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)