Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Herêma Kurdistanê 13 kes ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 569 kes jî bi vîrusê ketin.

Li Herêma  Kurdistanê heta niha 19 hezar û 335 kes bi vîrusê ketin û 699 kes ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)