Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de li Iraqê 57 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û bi 3 hezar û 441 kesî re vîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 5 hezar û 558 kesî.(ÎLKHA)