Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 20 milyon û 812 hezar û 367 kes bi vîrusê ketin û 747 hezar û 327 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta îro li Amerîkayê bi 5 milyon û 360 hezar û 302 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)