Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Herêma Kurdistanê 16 kes ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 566 kes jî bi vîrusê ketin.

Li Herêma  Kurdistanê heta niha 18 hezar û 756 kes bi vîrusê ketin û 686 kes ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)