Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li gundê Kamraziporaya Pulwanmaya Keşmîrê di navbera mucahîdên Misliman û leşkerên Hindistana îşxalker de şer derket.
Tê diyarkirin di encama şerê ku derket de Mislimanekî mucahîd şehîd bû û leşkerekî Hindistana îşxalker hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Li gorî daneyên ku hatine bidestxistin ji serê salê vir ve li Keşmîra ku di bin îşxala Hindistanê de ye zêdetirî 100 micahîdî şehîd bûn.(ÎLKHA)