Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 52 hezar kes bi coronavîrusê ketin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 52 hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 5 milyon û 305 hezar û 957 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 653 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 167 hezar û 749 kesî.(ÎLKHA)