Midûrê Nahîyeya Sîdekan girêdayê navçeya Soran Îhsan Çelebî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Çelebî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir wesayîta ku ji teref Tirkîyê ve hat hedefgirtin aîdî artêşa Iraqê bû û di encama bûyerên de 2 fermandarên Iraqê yên bi navê Zubeyr Xalî û Muhammed Reşîd canê xwe ji dest dan.

Tê diyarkirin her 2 fermandarên ku hatin kuştin diçûn li ser sînor da ku bi PKKyîyan re hevdîtinê bikin.(ÎLKHA)