Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 19 milyon û 811 hezar û 134 kes bi vîrusê ketin û 729 hezar û 653 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 5 milyon û 149 hezar û 723 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)