Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 17 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Di 24 seatên dawî de 40 hezar û 16 test hatin kirin û di encama van testan de bi 927 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 226 hezar û 100kesî. Di 24 seatên dawî de hezar û 10 kes baş bûn û hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn derket 209 hezar û 487 kesî.”(ÎLKHA)