Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 16 milyon û 421 hezar û 948 kes bi vîrusê ketin û 652 hezar û 300 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 4 milyon û 371 hezar û 839 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)