Derbarê alîkarîya ku di bergeha “Projeya Ji Bo Yetîman Kirina Alîkarîya Cil û Bergan” hat kirin de ji teref Alîkarê Serokê  Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cemal Çinar ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Çinar di daxuyanîya ku da de ji kesên ku keda wan di vê alîkarîyê de heye re teşekkur kir û dû re wiha got: “Xweda ji temamê kesên ku alîkarî kirin razî be. Xweda ji wan dayikên ku zarokên xwe yên ku bavê wan mirîye tenê nehiştin razî be. Zarok zarokên me ne, êtîm êtîmên me ne.Dema ku qala êtîman tê kirin Resûlê Xwedê tê bîra me. Ez ji wan xêrxwazan ku berîya îdê dilê zarokan xweş kir re teşekkur dikim.Xweda bike nesîb ku dayik zarokên xwe li gorî exlaqa Îslamê mezin bikin. Xweda zarokên me ji şerrên vî wextî muhafeze bike.”(ÎLKHA)