Hindistan

Wezareta Parastinê ya Hindistanê destnîşan kir di rojekê de bi 3 hezar û 603  kes bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket milyonek û 389 hezar û 97 kesî û bi mirina 705 kesên din hejmara mirîyan jî derket 32 hezar û 127 kesî.

Meksîka

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de 729 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 43 hezar û 374 kesî. Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 6 hezar û 751 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 385 hezar û 36 kesî.

Brezîlya

Wezareta Parastinê ya Brezîlya destnîşan kir di rojekê de bi 51 hezar û 147 kes bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 2 milyon û 396 hezar û 434 kesî û bi mirina 1211 kesên din hejmara mirîyan jî derket 86 hezar û 496 kesî.(ÎLKHA)