Di depoya ku hat tespîtkirin de gelek çek, muhîmat derketin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastinê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li bakurê Herêma Kurdistanê di encama operasyona ku hat lidarxistin de depoya muhîmatê ya PKKê hat dîtin.
Li gorî daxuyanîyê de ji depoya ku hat dîtin de 63 Keleşkof, çekeke nîşagir, 2 tifingên nêçîrê, 50 lib muhîmatên roketê, 100 lib berikê doçkayê, 300 heb şarjorê Keleşkofê, 50 heb bombeyê destan, 25 kîlo dînamît, 1000 bîlya hat bidestxistin.(ÎLKHA)