Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de 1979 test hatin kirin û di encama testan de bi 222 kesî vîrus hat tespîtkirin.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 12 hezar û 38 kes bi vîrusê ketin, 464 kes can dan û 6 hezar û 595 kesên ku bi vîrusê ketin baş bûn.(ÎLKHA)