Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de li Iraqê 90 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û bi 2 hezar û 458 kesî re vîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 4 hezar û 212 kesî.(ÎLKHA)