Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 69  hezar kes bi coronavîrusê ketin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 69 hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 4 milyon û 171 hezar û 378  kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 1164 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 147 hezar û 364 kesî.(ÎLKHA)