Hat ragihandin li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê di encama şewata ku li Sûka Sîmê derket de 250 kargeh şewitîn.

Midûrê Parastina Sîwîl a Hewlêrê derbarê mijarê de daxuyanîyek da û destnîşan kir ji sedî 90 agir hat xistin bin kontrolê û xebat hêj berdewam dikin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin sedema derketina êgir hêj nayê zanîn.(ÎLKHA)