Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 14 hezar û 634an û bi pêketina 2 hezar û 625 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 278 hezar û 827 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 242 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 14 hezar û 634 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  278 hezar û  827 kesî.”(ÎLKHA)