Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de 2 hezar û 202 test hatin kirin û di encama van testan de bi 258 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Li gorî daneyên ku hatin belavkirin di 24 seatên dawî de 7 kes ji ber Coronavîrus hat tespîtkirin.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 11 hezar û 109 kes bi vîrusê ketin û 419 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)