Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 16 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, her roj nêzî hezarî nexweşên me baş dibin û nêzî hezarî jî welatîyên me bi vîrusê dikevin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger em karibin pêşîya vîrusê bigirin ew ê hejmara pêketîyan kêm bibe.”

Li gorî daxuyanîya Wezîr Koca, di 24 seatên dawî de 41 hezar û 310  test hatin kirin û di encama van testan de bi 924 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 219 hezar û 641 kesî.”(ÎLKHA)