Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hatiye belavkirin li Herêma Kurdistanê di 24 seatên dawî de 10 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û di encama 2 hezar 178 testên ku hatin kirin de bi 256 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 10 hezar û 851 kes bi coronavîrusê ketin, 412 kes ji ber vîrusê mirin  û 5 hezar û 938 kesên pêketî jî baş bûn. (ÎLKHA)