Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 21 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir her çi qas zêdetir test bê kirin ew qas kesên pêketî dikarin bên tespîtkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di 24 seatên dawî de 42 hezar û 411 test hatin kirin û di encama van testan de bi 1087 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 198 hezar û 820 kesî.”(ÎLKHA)