Bi qedexeya ku di heyama yek partîyê de hat kirin xwendina azanê bi erebî hat qedexekirin û cara ewil di 30yê Çileya sala 1932yan de azan bi tirkî li Mizgefta Fatîhê hat xwendin.
Şeref Yaşar yek ji wan kesan e ku ji xwendina azana bi tirkî bûye şahid. Yaşar destnîşan kir dema ku azana bi erebî hat qedexekirin û bi tirkî hat xwandin Îsmet Înonu serwekîltî dikir.
Yaşar di daxuyanîya ku da destnîşan kir wê heyamê azan bi zorê bi melayan bi tirkî didan xwendin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Melayên niha bi dengê ‘Allahu Ekber Allahu Ekber’ dest bi azana şerîf dikin, lê belê wê heyamê azana şerîf bi şiklê ‘ Tanrı Uludur, Tanrı Uludur, Tanrı'dan yok başka tapacak’ dest pê dikir. Di heyama Îsmet Paşayê ku bi navê Mîllî Şef dihat nasîn de zilam nikaribûn kum bidin serê xwe û pîrek jî nikaribûn çarşefê li xwe bikin, lewra Îsmet Înonu van qedexe kir. Bes nikaribûn qebra Hecî Yasîn Efendî xera bikin. Ji bo wê turbê xera bikin leşkerekî derxistin li ser turbê. Wî leşkerî çawa ku qazmaya ewil li gorê xist hişk bû û hate xwarê. Piştî vê yekê kes cesaret nekir ku wê turbê xera bike. Min vê yekê bi çavên xwe dît.”
“Medrese û camîyan kirin girtîgeh û axur”
Yaşar di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir mela nikaribûn dersa Qur’ana Kerîm bidin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li kû derê Qur’an dihat xwandin di ser wê derê de dihat girtin. Ceza dida wan kesên ku dersa Qur’anê didan û distandin. Medrese û camîyan kirin girtîgeh û axur.Pîrek bi çarşef ên ku mecbûr bûn di nav rojê de di nav erdên xwe de bixebirin ji ber qedexeya çarşefê nikaribûn derkevin derve ku ji ber vê yekê bi şev diçûn nava erdên xwe. Di wê heyamê de feqîrî û rebentî pir zêde bû. Ên berîya me bi karneyên dikaribûn nan bistînin. Serê nefsekî nanekî didan. Ez jî ji bo karibim ji Sumerbankê tiştekî bistînim ji şaredarîyê destûr distand.”(ÎLKHA)