Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Giştî ya Ewlehîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; balafira keşfê ya li Wanê li Çîyayê Artosê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê firokevan tevde 7 endamên ewlehîyê canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)