Hat ragihandin li parêzgeha Sulawesîya Endonezyayê ji ber barana zêde lehî rabû, di encama lehîya ku rabû de 16 kes canê xwe ji dest dan û 23 kes jî winda bûn.

Li gorî agahîyên ku ji teref rayedaran ve hatine belavkirin ji ber lehîyê zêdetirî 4 hezar kesî bi şikleke menfî tesîrdar bûn.

Li herêmê xebatên lêgerînê berdewam dikin.(ÎLKHA)