Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 64 hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 3 milyon û 480 hezar û 97 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 476 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 138 hezar û 273 kesî.(ÎLKHA)