Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de 1012 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 222 hezar û 993 kesî.
Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Di 3 rojên dawî de li Stenbol, Enqere, Konya, Diyarbekir û Bursayê rêjeya pêketîyan li gorî bajarên din zêdetir e.Em hêvî dikin ku zêdetir li gorî tevdîran bê hereketkirin."(ÎLKHA)