Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 63 hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 3 milyon û 357 hezar û 418 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 698 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 137 hezar û 418 kesî.(ÎLKHA)