Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 12 milyon û 404 hezar û 594 kes bi vîrusê ketin û 557hezar û 743 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 3 milyon û 220 hezar û 500 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)