Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 56  hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 3 milyon û 98 hezar û 311 kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 977 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 134 hezar û 18 kesî.(ÎLKHA)