Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de 2 hezar û 334 testên din hatin kirin û di encama van testan de bi 495 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin di 24 seatên dawî de 8 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û 79 kesên ku bi vîrusê ketibûn jî baş bûn.

Digel reqemên dawî li Herêma Kurdistanê hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 8 hezar û 134 kesî û 271 kes jî wefat kirin.(ÎLKHA)