Şaredarîya Artvînê destnîşan kir, ekîbên îtfaîyê midaxeleyî êgir kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li ser banê malekî ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket û şewat bi tesîra bayê di demeke mezin de belavî gund bû.

Îtfaîyevanên ku hatin cihê bûyerê midaxeleyî êgir kirin û şewat tefandin. Di encama şewatê de ku derket de nêzî 40 mal şewitîn.

Ji ber şewata ku derket tiştek bi serê tu kesî nehat.(ÎLKHA)