Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de bal hat kişandin li ser bêdengîya ku li dijî plana îlhaqa axên Filistînê û dû re wiha hat gotin: “Ger ev plana nû ya rejîma îşxalê bi ser bikeve ew ê pêwarîya li sazîyên navneteweyî zirarê bibîne û ew ê Amerîka û ew terefên ku destekê didin plana îlhaqê li ser rûyê erdê bibin sedema zêdetir alozî û xirabîyê.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew ê talan û dagirkirina ku tê xwestin bê kirin ji aştîya navneteweyî re tehdîd e ku divê hemû kes li dijî van têbikoşin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Divê alema Îslamê li dijî rejîma îşxalê ya ku qanûnên navneteweyî nas nake û ji bilî micadelê ji tiştekî din fam nake temamê peymanan fesih bike û helwesteke hevpar nîşan bide.Ger ji dagirkirina parçeyeke axa Filistînê re jî deng neyê derxistin dê Xweda hisaba vê yekê bipirse.”(ÎLKHA)