Li gorî çapemenîya Çînê otobusa rêwîyan a ku ji bajara Anshuna parêzgeha Guizhouya Çînê ket golê. Di encama qezaya ku pêk hat de 21 kes canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
Piştî ku bi qezayê hat hesîn re ambûlans hatin sewqkirin cihê bûyerê û kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.
Rayedarên Çînî destnîşan kirin sedema qezayê hêj nayê zanîn û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Televîzyona Navendî ya Çînê destnîşan kir xwendekarên di otobusê de diçûn îmtîhanê.(ÎLKHA)