Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser medyaya civakî twitterê  derheqê kuştina Haşîmî de peyamek belav kir.

Barzanî di peyam xwe ya ku belav kir de destnîşan kir: ‘’Bi tundî kuştina lêkolînêr û pisporê ewlehiyê yê Iraqê Hîşam El Haşimî şermezar dikim ku duh di êrîşeke  plankirî de li Bexdayê hat kuştin. Serxweşiyê li malbat û xaninam wî dikim û ez şirîkê xemên wan im. Her wiha divê aliyên peyvendîdar jî terorîstan bibînin û wan derbixin pêş dadgehê.’’(ÎLKHA)