Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin vîrus nexasim li 39 parêzgehan tesîra xwe zêde dike.

Tê diyarkirin li Amerîkayê heta niha 3 milyon 41 hezar û 129 kes bi vîrusê ketin, 541 hezar û 488 mirin û milyonek û 325 hezar û 516 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.

Li gorî daneyên Navendên Pêşîgirtin û Kontrola Nexweşîyan a Amerîkayê hejmara mirina ji 25ê Tîrmehê pêve derkeve nêzî 160 hezarî.(ÎLKHA)