Mîrza derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Mîrza di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir testa wî ya Coronavîrusê pozîtîf derketiye û ew di mala xwe de xwe îzole kiriye û nexweşî hêj lê giran nekiriye.

Li gorî daneyên dawî li Pakistanê heta niha 4 hezar û 762 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 231 hezar û 818 kes jî bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)