Hêmin Qadîrê Alîkarê Walîyê Hewlêrê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew ji bo şênîyên Hewlêrê kampanyayeke nû dane destpêkirin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her welatî divê heta 28 rojan xwe bixin karantînayê û heta kareke muhîm derneyê divê dernekeve derve. Ew ê bi vî şiklî belavbûna Coronavîrusê kêm bibe. 6 roj ji xwe ji teref me ve hat tetbîqkirin, êdî ma 22 roj.”

Li Herêma Kurdistanê heta îro bi 7 hezar û 315 kesî re vîrus hat tespîtkirin û 252 welatî jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan. Her wisa hat ragihandin 2 hezar û 692 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûne.(ÎLKHA)