Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 11 hezar û 731î û bi pêketina 2 hezar û 613 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 243 hezar û 51 kesî.
Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.
Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 160 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 11 hezar û 731 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 243 hezar û 51kesî.”
Sedat di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, rewşa parêzgehên Razewî Xorosan, Buşehr, Hurmuzgan, Azarbeycana Şerq û Xerb, Xuzistan sor e.(ÎLKHA)