Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 612 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 64 hezar û 867 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin bi 26 hezar û 51 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket milyonek û 603 hezar û 55 kesî.
Di warê zêdebûna hejmara pêketîyan de Brezîlya piştî Amerîkayê tê.(ÎLKHA)