Di 25ê Gulanê de li Amerîkayê dema ku George Floyd hat binçavkirin polêsek çoka xwe danîbûn li ser stûyê George Floyd û bûbû sedema mirina wî. Piştî bûyera ku pêk hatibû re 3 polêsên ku eleqeya wan bi meselê re hebû hatibûn binçavkirin û doz hatibû vekirin.

Di pêvajoya dozê de berî niha 2 polês hatibûn berdan û polêsê bi navê Derek Chauvînê ku çoka xwe danîbû li ser stûyê George Floyd û bûbû sedema mirina wî jî bi kefelatê hat berdan.(ÎLKHA)