Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi 53 hezar û 654 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 2 milyon û 891 hezar û 380 kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 608 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 132 hezar û 112 kesî.(ÎLKHA)