Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin di rojeke dawî de li Amerîkayê bi 50 hezar û 700 kesî Coronavîrus hat tespîtkirin ku hejmara pêketîyan rojane cara ewil derketiye vê astê.

Ji destpêka şobê vir ve li Amerîkayê bi nêzî 2 milyon û 600 hezar kesî re vîrus hat tespîtkirin û zêdetirî 128 hezar kes jî ji ber vîrusê mirin.(ÎLKHA)