Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  10 milyon û 811 hezar 206 kes bi vîrusê ketin û 519 hezar û 95  kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 2 milyon û 779 hezar û 953  kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)